Haber

me da dû te/qefle bi qefle!*

Leyla tê bîra we; ew zarokê çav hêşîn û rûyê wê yê wek heyvê dibiriqî. Leyla piştî hejdeh rojan li berava çemek dê -di çalêkê de- laşê wê hatibû dîtin. Leyla hê sê salî bû û bi destê ap hatibû qetilkirin.

Piştî kuştina zarokek sê salî hemû gund û xizmên hevûdin bêdeng man. Zarokek hat qetilkirin li orta rastê ev pêkhat û ew ên ku ji xwe re dibêjin em mirov in, xwedî wicdan in li hemberî kuştinê deriyên xwe girtin û kevirek giran û mezin dan ser wicdanên xwe. Sal du hezar û hejdeh bû.

Vêga sal du hezar û bîst çar li gundekî Amedê keçikek heşt salî, Narîna çavxezal piştî dersa Quranê ji ortê hindabû. Dinya alem rabû ser xwe banga Narînê kirin. Her roj her seat li pey xeberek dilxweş bûn. Lê di dil û hişê herkesî de tirsa mirinê jî xwe dida der. Çimkî ev pergal û xwediyên ev sîstema genî ji hêla însanetiyê, heq û edeletê û xweşbîniyê; kin kurtasî ji hemû dilxweşiyan bêpar hiştin. Bi zanayî meşandin. Li ser welat û gel kirêtiyên ku meşandin yek ji encamên wî mixabin “Bêdeng”mayîn bû. Pergalek erîşkar e, sîstemek di nav diranên hovî û qirkirinê de bi dehan salane zarokên me, pêşaroja me têk diçe.

Kujerê Narînê yanî apê wî têkiliyên wî yên qirêj û li ser gundiyan bandora wî ya bi hêz ji me re dibêje çi? Bê guman hêza dewletê û têkîliyên wî yê di nav siyasetê de her tiştî eşkere dike. Hêz bi şîdet û gefxwarinê xwe temam bike êdî xwe vedigerîne hovîtiyê, dîktatoriyê û edeletek yek alî. Kujerê Narînê jî li ser hemû gundiyan xwediyê bandoreke. Herkes bêdeng e. Çimkî hêza kujer ji sîstemê tê û heval û şirîkên wî dîsa bi sîstemê re hiş girêdayîne. Yanî pişta xwe dane dewletê. Li vî welatî hezar Narîn hat qetilkirin.

Civat li hemberî van mirinan çi qas dengê xwe bilind dikir dest bi hêz dihat û wan belawela dikir. Li dadgehan de kujer hatin berdan di ser de destê ku ji jor xwe diweşand xelatan da wan. Civat li ber xwe neda, şîn du û sê roj dewam kir. Piştî her mirinê ev tevgirtin dewam kir.

Bi salan ev meşiya û civat li hemberî ev pergala bêexlaq hêrsa xwe tije dikir û bi qetilkirina Narînê xwe vala kir. Heta kuştina Narînê safî nebe û hesabê wê neyê pirsîn bîst û çar seat dibe ku rojevê de bimîne. Pergal dibêje bigirîn, xemgîn bibin, qaraware bikin û di dawiyê de herin malên xwe. Di nav aloziyê de bimînin, behsa qurbaniyan bikin, ji xwe re çîrokên berê ji hev re qal bikin. Lê bi ser ve zêde neçin, destûra ku me diyarkiriye heta wir werin. Naxwazin behsa berxwedana jinê were kirin, tevgirtinên mil bi mil naxwazin pêk were û bikeve rojevê…

Wisa xuya dike ku berê ji li vî gundî kuştinên tarî pêkhatine. Ne tenê Narîna çavxezal hatiye qetilkirin. Xwişka Narînê jî bi tohmeta kuştinê tê qal kirin. Meriv difikire difikire lê tu dikî nakî keçikek heşt salî bi hestên wehşî û plankirî çawa tê kuştin. Gelo Narîn çi dî û hat kuştin. Li gundên welat bi taybetî ew ên ku bi dewlet û hikimetê re şîrikiyê dikin û tiştên ku dixwazin neyên sehkirin, haya civatê jê çênebe dikarin her tişt bikin. Bîst sal berê li gundan dibin mizgeftan de çi derket me hemû dî. Tiştê ku hat ser Narînê pirsên wisa jî bi xwe re derdixe meydanê. Qetilkirina zarokan bi destên serdestan hat terorîze kirin û kuştinên wan weka heqkiribûn hat servîskirin. Kuştinên zarokan bi destên serdestan hat normalîzekirin. Ciwanên hê rî û simbilên wan şîn nebibû li orta rastê li ber çavên me hemûyan hatin kuştin. Keçikên çarde salî deh salî bi erîşên destdirêjiyên cinsî hatin.

Paşiyê jî bo îfşa nebin hatin kuştin. Di malbatan de qirêjiyên herî wehşî li ser zarokan pêk tê. Welatek bifikirin ku ji bo zarokan bûye cihê dojehê, bûye gorîstanek mezin. Tenê di navbera salên 2008-2016 de 104 hezar û 531 zarok windabûne. Piştî 2016an ti agahî nehatiye eşkere kirin.

Hemû jin, xwedî wicdan û ehlaq me da dû Narînê qefle bi qefle. Narîn hat dîtin li ser laşe wê ye biçûk kevirin qirase hatibû dayîn, di bin avê de laşê wê perîtîbû…

*Sernivîs ji helbesta Gulîzer e.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

-
Başa dön tuşu
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort